Ana Sayfa »
ahmed arif
,
ahmed arif kimdir
,
ahmed arif kürtçe şiirleri
,
ahmed arif şiirleri
,
kürt şairler
,
kürt şiiri
,
kürtçe şiirler
» Ahmed Arif Kürtçe Şiirleri
Ahmed Arif Kürtçe Şiirleri
Unknown 21 Ağustos 2014 Perşembe 08:21
Ahmed Arif Kürtçe Şiirleri - Ahmed Arif Helbest
Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar
Li girtigehê zû dibe êvar,
Tu ejdiya bî kar nake.
Ne di şer de hostetiya te,
Ne jî dil pola cîwaniya te,
Kar nake, ewa zirav-zirav dinuqute dil,
Û te digre, dibe hesretê.
Li girtigehê zû dibe êvar
Dadikeve, heft pîderiyên hesin
Paş heft deriyan
Ji nişkave, kelogirî dibe baxçe.
Li himber, li bin dîwar
Sê şitil kulîlkên şevgeş,
Sê kok binevşa belek…
Di eynî evîna ecêb de ye
Li ezman ewr, li bistiyan mişmiş
Dest pê dike dijwartiya girtîtiyê
Bêhntengîya tarîtiyê...
Di maltayê de yek “Bûka Kurda” dibêje,
Ez di bin razekê de li voltayê me
Û tim tiştê ku nabe xeyal dikim,
Kenok, xeşîm, zarokane…
Bêm kuştin, wenda bim jî, dibêm
Tazî û rût, di şerekî de,
Dostî jî, dijminatî jî
Dixwazim bi mêrxasî be.
Helbûkî qed yek jî nabe,
Singû li lûleyan dikeve,
Dest pê dike pageriya şevê a cendirmeyan…
Nivtê bi hêrs vêdixim,
Di qurma ewêl de nîvî dibe cixara min,
Dûyek dikşinîm, tijî,
Dûyek, wek xwe bikujim.
Dizanim tu dibêjî “ma tu jî?”,
Le, li girtigehê zû dibe êvar
Û li der, biharek ter û dîn
Ji te hez dikim,
Bi dîntî…
Ahmed Arif
******
Welatê Min Şahtamarê Min
Min evîna te hêdî hêdî
Min evîna te misre-misre
Li ser diranên margîskan neqişand,
Li diranên bijehr,
Biçiranek, kertik…
Li ser simêla werşeq
Ku çavên wê cotek dojeh
Di pozê wê da bêhna xwînê
Û bengî…
Min evîna te hêdî hêdî
Min evîna te misre-misre
Li ser dilên pola ên çiya neqişand,
Li ser gûzana çîl-hişîn a birûska
Lo min di girtîgehan da ji te hez kiriye
Di sirgûnan da.
Welatê min şahtamarê min…
Li bilindahiyên te cemed
Û berf,
Kêrgûyên hişîn ên çiyayî,
Marên zemherî
Ku gava tavê lêdida sor dibû
Û Eyloyên herî rind ên dinyayê
Ku bi xişmek yaqûtî
Diçirûskîn
……………………….
……………………….
Tu li ser ser û ser çavê min î
Tu li ser bêdengî û ser qerîna min î……
Li tu dosyayên dizî
Li tu pirtûken vekirî
Ji navê te bêtir sîleh
Ji qedera te bêtir guneh
Nehatiye nivîsandin
Li dû te harên
Dravên bixwîn
Yanî seyên dolaran,
Gurên sterlîn û zêran
Û Nemrûdên neftan
Û Yezîdên zirîçan….
………………
………………
Tu di revê da, di mişextiyê da
Di hewla can da yî…..
Û miriyên zarokan
Zarokên
Ku hîn bêhna şîr jê dihat
Û miriyên dayîkan
Dayîkên bejn zirav,
Cîwan,
Çav vekirî.
Hatiye perçekirin.
Gelê min
Li ber sêdaran aşît….
Ahmed Arif
******
Sî û sê gulle
1
Ev çiya çiyayê Mengenê yê
Dema şefeq li Wanê davêjê
Ev çiya çêlikê Nemrûdê yê
Dema şefeq li himber Nemrûdê davêjê.
Aliyekî te aşît digire, asoyê Qefqas e
Aliyekî te sijde milkê Ecem e.
Li bilindahiyan bîsmilikên cemedê,
Li ser avan kevokên fîrarî,
Keriyên xezalan,
Û refên kewan…
Mêrxasî nayê înkarkirin
Ji hezaran salan vir da, kurên vê derê
Di şerê yeko-yek da têk neçûn
Were, em ji ku xiberê bidin
Refê qulinga nîne ev
Di ezman da koma stêrkan nîne
Dilê bi sî û sê gulle
Sî û sê kaniyên xwînê
Naherike,
Bûye gol li vî çiyayê.
2
Li bin kaş kêrgûyek rabû
Kêrgûyek
Pişt belek,
Zik çîl-spî
Belengaz, ducan û çiyayî
Dil di dev da, wisa reben
Mirov dide tobê
Tenha, tenha bûn dem
Berbangek bêqisûr tezî û rût bû.
Nihêrî; ji sî û sêsiyan yekî
Di zik da valahiya giran a birçîtiyê
Por û rîh bihustek,
Di pêsîrê da sipî,
Nihêrî mêrxasek dest girêdayî,
Dil dojeh,
Geh li kêrgûya belengaz,
Geh li paş xwe.
Hat bîra wî filînta wî ya delal,
A ku di bin belîfa wî da xeyîdiyê,
Hat bîra wî caniya ku ji deşta Herranê anî bû
Bijû bi moriyê hişîn,
Enî bêş
Sê penî sipî,
Beza wê tolaz, reqsok,
Mehîna kumêt û seklawî.
Çawa firiyabûn li ber Xozadê!
Niha, aha bêçar û girêdayî,
Aha, li paş wî lûlêyek sar nebûya
Dikarîbû xwe bisparta bilindahiyan…
Ev çiyan, çiyayên bira, qedirzan bûn,
Ewel ellah van destan mirov nedida fedîkirin,
Van destên hoste ên ku,
Ariya cixara dişêwitî,
Zimanê margîskê
Ên ku li ber tavê wek çetel diçirûskî
Bi gulla yekemîn difirand…
Ev çav, tu car neketibû dafikan
Ev çavên wî yên ku,
Qiyameta geliyên li benda aşîtan,
Xayîntiya nermok û biberf
A hendefan,
Berê da dizanîbû …
Bêçare
Ew ê bihata kuştin
Ferman bibiryar bû,
Êdi bila marûmorên kor çavên wî,
Teyrên berata dilê wî bixwarana...
3
Hatime kuştin
Li geliyek xip û xalî yên çiyan
Di dema nimêja sibê da
Vedizelim
Di nava xwînê da dip û dirêj...
Hatime kuştin
Xewnên min, ji şevan tarîtir
Kesekî ji xêrê ra şirove bike dernakeve
Canê min distînin , bêecel
Nikarim di pirtûkan da bi cîh bikim
Paşayek şîfre daye
Hatime kuştin bêdad û bêpirs.
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibe ku qilûlik were zanîn
Çiçikên gul nîne
Gulleyên domdomê yê
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
4
Fermana kuştinê bi cih anîn,
Mija hişîn a çiya
Û bayê sibê ên tev li xew
Di xwînê da lewitandin.
Dû ra li wir tifing daçikandin
Hêdî-hêdî li paşilên me
Sekirin,
Serûbin kirin.
Şutika min a sor -ku ji qumaşê kîrmanşah ê bû-,
Tizbî û qutiya min girtin û çûn
Hemû jî diyarî bûn ji warê Ecem...
Kirîvê hevin , birayê hevin em,
Bi gund û êlên himber va
Em bi xwînê hev ra girêdayînê
Bi sedan salan me qîz dane hev
Û ji hev qîz girtine,
Cîranên hevin em rû bi rû
Tev li hev dibin mirîşkên me
Ji nezaniyê nîne,
Ji ber xizaniyê
Em dilsar bunin ji pasportê
Ewê cirma sebeba qetla me
Êdî navê me derdikeve bi keleşiyê,
Mişextvaniyê,
Rêbiriyê,
Xayîniyê...
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibe ku qilûlik were zanîn
Çiçikên gul nîne
Gulleyên domdomê yê
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
5
Lêxin lawo,
Lêxin ,
Ez bi hêsanî namirim.
Di kuçik da bûyê arî tirafa min,
Di hundirê min da gotinên min heye
Ji rewşzana ra.
Bavê min çavên xwe da li ber Ruhayê
Û sê birayên xwe
Sê serwiyên nazenîn,
Sê perçên çiya ku hîn ji emrê xwe têr nebûbû.
Ji bircan, ji qûçan, ji minaran
Kirîv, meriv û zaroyên çiyan
Dema ku li hember dorpêçkirina Fransiz şer dikirin.
Xalê min ê piçûk Nezîf
Ku hîn simêla wî nû derketî,
Cindî,
Sivik
Sîwarekî baş bû
Hespa xwe rakiriye ser piyan.
Gotiye lêxin birano
Roja namûsêyê
Kirîvo, eynî wiha binivisîni rewşa min
Dibe ku qilûlik were zanîn
Çiçikên gul nîne
Gulleyên domdomê yê
Ên ku wesle-wesle di devê min da...
Ahmed Arif
******
Rûmet Jî Digîre
Di kaniya çavên te de
Ewrek,
Valabû-vala dibe
Hema hema,
Tu wek av dixwûnî
Ên ku di hişê min de derbaz dibe.
Dinyayê dît,
Em qir kirin…
Hêstirên xwe megirî,
Rûmet jî digîre…
Berde, bila ezman were şuştin,
Were şuştin tîrêjin rojavaçûnê
Lacîwerd, kesk, zer.
Mêzekî, em dîsa di berbangê de ye
Tezî-rût
Û hişîn.
Mêzekî tu dibê qey bayê çiya
Û mêzekî tu dibê qey bahor…
Kes nikare ew neynûka em jê dikin
Û davêjin re jî, tiştek bêje.
Tu keça herî rind
A hemû galaksiyan,
Le ez jî cewherim êdî,
Cewherên tirafê,
Tirafa bengîniyê
A ku Prometheus dişewitand…
Ne di eniya me de şerm,
Ne di bin piyê me de
Xaça veşartî.
Me ji vî gelê hez kir
Û ji vî welatî
Vayê sûcê me yê pîroz
Û ê naye efûkirin…
Ahmed Arif
******
Reş
Li te qelibiye,
Bi şîrê reş, bi evîna dijwar
Tu wesle-wesle kiriye…
Û di çiçikên reş da diranên te asî,
Reş e, şeva ku tu tê da dip û dirêj raketiyî,
Felek, axx dide kişandin, stûye te ji mû ziravtir..
Di nava cîhanan, zarokan û çûçikan da
Hinik cîhên te jan dide
Bênav û wenda
Jan dide, hêdî-hêdî, xeydok,
Û nûgulek di tehma xwînê da
Xwe dinuqutîne wek çewkiyên xwe…
De hey reşê min ê şêr,
De reşê min ê egîd,
Nivîsa kijan pênûsê ye,
Nivîsa dijwar,
Di bela te da?
Ma nîşanek xwezayî ye
Daxa barûda bişîr e,
Parçêyeke şevê ye a ku di parsûyên te da?
Biskên qîza, çerm dike çi rewşê,
Destên te dîn, hişk, hov û har
Destên te, bêav, şewat.
Ooyyy destên te dûr…
De hey reşê min ê şêr,
De reşê min ê egîd,
Şûna dirane kîjan rindê ye,
Şûna diranê hişîn,
Di evîna te da?
Siya çeprast a hesinan
Dayîye,
Eniya te serketî û hûnik.
Cî kî nasnameya te hatî xêzkirin çend stêrk firdan,
Çend bîhok zer bûn, çend qîz hev şa bûn,
Nehatiye, kesên te…
De hey reşê min ê şêr,
De reşê min ê egîd,
Bahora kîjan jehrêye,
Bahora dorpêçkirî
Di xeyalên te da?
Dostê te yên rastîn bû,
Hostayê te, yê te di rêya wîda can dida bû,
Dijminekî te yê ranediza bû,
“Ooooof” bêjî
Ma pêwîstî bi bûyîna vana hebû?
De bêje reşê min ê şêr,
De bêje reşê min ê egîd,
Xinçera kîjan qehpê ye
Xinçera veşartî,
Di birîna te da?
Ahmed Arif
******
Oy Hewar
Tu di nava şewatan,
Dahfikên qehpe,
Aşîtên tirsê,
Laserên nêmê, dirîndeyên birçî,
Û kêrên avjehr de yî.
Bi canêk, bi serê xwe mayiyî wey wey!
Bêçek, bêstar, tezî
Bi canek, yek jî bi serê xwe
Di dema berbangê de leylim-leylim
Tu di neynika nîşangehên celad de yî.
Oy min ji te hezkiriye…
Ji Uskudarê vir ve welatê kê ye lo!
Ê canê min…
Li çiyayê Çîçekê xela û kokbirî,
Gul nabişkive û tahlêk naweşe.
Mûnzûr a bêmedet xiverên xwe
Bi zinarên kevirhestan
Li firehiya eniya min dixe.
Ava Şahmûradê xwîn diherike
Û ez helbestvanim.
Karkerê namûsê me yanê
Karkerê dil.
Bêtirs, bêbazar, têr paqij
Ne awirek bi mirûz
Resmê te bikşînim,
Ne bayek bêkewdan
Misra birijînim.
Oy min ji te hezkiriye…
Û tu hîn gavek berê,
Sal jî derbaz bibe gavek berê,
Mîna bistiya hatiye mişarkirin, ji te dûr ketibûm,
Sedema emrê min, hosteya min, dergîstiya min,
Birîna te di kûr da çûyî,
Fitîl nagre, dizanim,
Le hesab di çiyan de ye,
Hêvî, bi çiyan.
Bifikirî, nigekî me di çaxa fezayê,
Ê din di çarixa xam û gorê rîs de bi jî
Bifikirî, dibitî(îhtimalî), fîziga atomê,
Û evîna bêeman a ku em kirine em,
Her dû dem avitiye kendalekî
Ji bo zarok û gulen sibê
Ji bo pûrt û zîwanên her yekî
Bibiryar,
Resta wan dîtiye,
Pîn lê xistiye,
Ê canê min,
Tu jî bidomîne.
Oy hewar!
Bi eşqa Mihemed û Îsa,
Bi eşqa razeka tu li ser radiza,
Deey, çiya dihêrifîne gurzê Ferhad!
Hêla min a vala alava xinçerê
Û li zûla min, di nav xwîn-xûdan ê de, asî,
Bibijêm erê, diqetîne hevsarê xwe
Biraye gula heftber dilxwaziyekiye
Oy min ji te hezkiriye…
Ahmed Arif
******
Min ji hesreta te prange kevn kirin
Bikaribim qala te bikim, qala te
Ji zaroyên çê ra, ji qehremanan ra.
Bikarîbim qala te bikim, qala te
Ji bênamûsa ra,
Ji rewşnezana ra,
Ji derewa qehpe ra.
Li dû hev çend zemherî.
Gur radiket, teyr radiket, zîndan radiket.
Li derva dinyayek bi gurme gurm diherike…
Tenê ez raneketim,
Çend leylim bihar,
Min ji hesreta te prange kevn kirin.
Gulên sor bi porê te va kim
Yek li vî alî,
Yek li wî alî.
Bikaribim te biqêrim, te
Ji bîrên bêbinî ra,
Ji sitêrka diherikî ra,
Heta bigîhe qirşek nivtê,
Qirşek nivtê a ku ketîye
Nav pêla herî bedeng a behrê ra.
Tilsima xwe wenda kiriye hezkirinên te yên pêşiyê,
Wenda kiriye ramûsanên xwe,
Bêpar e, ji êvara nişka va hatiye,
Qedehek, cixareyek, ji kesên ketî nav xeyalan ra
Bikaribim qala te bikim, qala te…
Tunebûna te, navê din ên dojehê ye
Dicemidim, çavên xwe megre…
Ahmed Arif
******
Merheba
Roj hiltê,
Zik ber dide axa bibaran.
Çemê Încesû, merheba.
Li siwîngan beytik bêtir dîn in,
Li ewran eylo
Bêtir qure,
Yekî li benda teskere ye
Bişkovek din ji sînga xwe diqetîne.
Çemê Încesû, merhaba.
Alên cîwan henin,
Aştî difikirin,
Di bîran de karker û hişîntiya wan
Ez hemûyan difikirim,
Bîstûçar saet
Û te difikirim,
Tarî, bihêrs…
Te, fêkiya ezîz a cîhanan.
Çekûyek ji miqamê Îlan-e eşq,
Hişîn dibe, dilive di hundirê min de,
Çavên te dikeve bîra min …
Helbûkî dizanim
Nagîhim miradan,
Evqas e para min
Ji sipî û reş…
Rondikên çavê min ken ji bîr kiriye,
Ji bîr kiriye ramûsan lêven min.
Çemê Încesû, merhaba…
Ahmed Arif
******
Li Hundir
Haya te jê heye dîwarê kevir?
Deriyê hesin, pencira kor,
Belîfa min, razeka min, zincîra min,
Wêneya xemgîn a ku li zula min
Ku ez rê ya te de diçûm mirinan
Û ji mirinan dihatim
Haya te jê heye?
Dîtevanê min, pîvaza hişîn şandiye,
Cixara min qurnefîl bêhn dide
Bihar hatiye çiyayê welatê min…
Ahmed Arif
******
Kuçê Qurnefîlê
Hemû aso bûn zivistan
Çar hêl, şanzdeh ba
Û heft demsal, penc parzemîn
Di bin berfê de ye.
Di îlmê hevgîhîştinê de ye em, hemû fasil
Ray, asvalt, papûr û makadam
Rêya min a asê, şivarê ya min
Toros, Antî-Toros û Firata asê
Çeltûk, deştên titûn, pembo, genim
Welatê min seranser
Di bin berfê de ye.
Ên ku di van hewan de
Şer dikin jî henin
Dest û nig bûye cemed,
Dil dojeh
Hêvî, bihêrs û xemgîn
Hevî, heya dawiyê binamûs
Derketiye çiyan
Di bin berfê de ye.
Sitranan dizanim aşît girtine
Wêneyan, pêykeran, destanan
Berhemên destên hoste
Venusa bêpî û nîv tazî
Kuçê Trans-nonain
Gora Garcia Lorca,
Û bîbilikên çavên Pierre Curie
Di bin berfê de ye.
Dîwarên ji kevirê sebra hişk
Dêrisên bajaran di bin berfê de ye,
Hesreta min nazenîn e Enqere.
Bila, gur hez bike ji hewaya bimij
Bila meha berfanbarê li asvaltê bi meşe
Û jê hez nakim, mehek talûke ye.
Biharek din le nizanim
Bihara çendemîn re ma gîhîştin
Dilê min, ev evîna bi zilm
Di bin berfê de ye.
Li kolitan hewa mij û şêlû ye
Ezmanê Altindaxê ewrî ye
Zarokên xizan
Ên ku kezevên wan piçûk, destên wan mezin
Bêhna wan têra kulmên wan nakin
Bi selikên xwe; li nan, evîn û jiyanê hukim dikin
- Hemû jî wexta xwendekariya seretayî de ye-
Di bin berfê de ye.
Aliye din, ê çemê Xetîp, nermayî ye
Bûlvar serxweşin li Yenîşehîr ê
Li kuçe Qurnefîlê roj vebû ye
Ne ku ji hîkmetên wî pirs nayê pirsîn
Dizanim “ sedemên pêwîstker”
Û “ qasî ku têr dikin jî delîl” li holê ye.
Li kuçe Qurnefîl baxçeyek bicam
Li baxçê bicam de guldanek çînî
Pecikek diheciya di hişîniyê de
Sitranek sor-sor a şewatê
Mêzenekin bejndayîna wê ya li guldankê
Rehên wê li Altindaxê ye, li Încesû ye.
Ahmed Arif
******
Hîv tarî
Li hişîn
Li hişîn tere çavên te,
Li hişîna şewatê
Di bayê de asî,
Ger kor bim,
Xêj te,
Ji kesî re tune bim,
Xirav bim,
Can ê min,
Xewn ê min,
Ji xelkê re çi?
De were,
Hîv tarî…
Ji se birçîtir.
Ji mar tazîtir,
Bengî û bela
Hatibim li ber deriyê te sekinîbim
Ma heye têrnebûna min?
Îllah kî îllah
Hezkirinên min,
Wek hezkirinên min?
Nivîsvan rûniştinin,
Fermana min dinivisîne
Çi dibe were,
Hîv tarî…
Çar hêlên min zûla pûşta,
Bi rûyên dostî,
Bi kenên dostî,
Ji cixara min dişewite.
Eniya min radimîsin,
Bêdeng, xayîn, zîvzîvekî.
Çar hêlê min zûla pûşta,
Dizivirim, dizivirim der naye.
Di şeva herî leylîm de
Taya mirinê ez girtime,
Meke were,
Hîv tarî…
Ahmed Arif
******
Girtî
Cîda,
Hiş dibe, wek gulle xwariye
Li himber bîbîlikên çavên min,
Hiş dibe
Û rê dide hemû bajar
Tenê di radyoyan de newayek bixem
“Xarpêt sûkek dirêj…”
Di fîrarî ye de çavê min tune,
Bênamûs bim tune,
Tune halekî min ê poşmanbûyî;
Dixwazim paldim
Û cixareyek vêxim
Cixareyek dûyê wê hêjaye gewher.
Têkçûyîn bijêm an jî şermoktî?
Le her du jî nîne,
Ez xerîv tu bedew,
Dinya dilşad…
Ber bi vê êvarê wisa ecêv im,
Dergîstiya min.
Wek cinawir dibin,
Li du hêlê min
Du singû…
Ahmed Arif
******
Evîna te
Evîna te ez cîh nehîştim,
Birçî mam, tî mam,
Şev xayîn, şev tarî bû,
Can xerîv, can bêdeng,
Can wesle wesle…
Û destê min di kelemçê de
Bêtitûn, bêxew mam,
Evîna te ez cîh nehîştim…
Arif Arif
******
Çavên Te
Tu dibişkivî,
Di tenêtiya min de
Hişîn û kesk,
Tu dibişkivî,
Wek xwîna kêrgûya, bihene û zelal.
Min têk dibir hemû êş û qehpetî...
Çûyîn,
Di çavên te de çûyîna sirgûnê,
Razan,
Di çavên te de razana zîndanê,
Çavên te kanê?
"To be or not to be" nîne,
"Cogîto ergo sûm" qed nîne...
Karê esas, bêşik têgîhîştine,
Têgîhîştina
Aşîta nayê sekinandin,
Herikîna bêdawî.
Vexwarin,
Di çavên te de vexwarina tava-hîvê,
Gîhîştin,
Di çavên te de gîhîştina tilsima can.
Çavên te kanê?
Tu di sira canê min de canek bû
Celad, çiqas kap
Dişidand,
Xwîn nebû, a li şevê diherikiya
Evîna me bû...
Hîs kirin,
Di çavên te de hîs kirina sê-daran
Hiş kirin
Di çavên te de hiş kirin,
Wek gûzan...
Çavên te kane?
Ahmed Arif
******
Anadoli
Min dergûş dayiye Nuh,
Hêlikan û dolîdang dayiye,
Hewa ya diya te zoroka tê hesibandin,
Anadolî me ez,
Ma tu nas dikî?
Fedî dikim,
Fedî dikim ji xizanîyê,
Li himber xelk û elemê, tezî û rût…
Dicemedin şitlên min,
Bêdera min mîrat…
Li cîhana
Biratî, xebatkarî,
Bi hevrabûn û
Gulên atomê te da qat bi qat dibişkivî ,
Li cîhana helbestvanan, zanyaran da
Mame bi sere xwe,
Bi serê xwe û dûr.
Ma tu dizanî?
Bi hezaran salan hatime dotin,
Di berbangên sibê da xewên min ên nazenin,
Bi sûwarên xwe ên jakaw perçe kirin.
Hikumdaran, êrîşkaran, rêbiran,
Xerac(van) şandin ser min.
Min ne goh daye Îskender,
Ne Şah, ne Siltan
Koçbûn û çûn, bê sî!
Min silavdayîye dostên xwe
Û berxwedaye…
Ma tu dibînî?
Te carek bizanîbûya çawa hez dikim
Ji Koroxli,
Ji Qereyilan,
Û ji Leşkerê Nenas…
Dûra ji Pîr Siltan û ji Bedrettîn.
Dûra çendîn evîn
Ên ku pênûs nanivisîne…
Te carek bizanîbûya,
Wan çawa ji min hez dikir.
Te carek bizanîbûya,
Ên ku di Rihaye da gulle berdidan,
Di minaran da, di berbestîyan da,
Di ser bistîyen darên serwî da,
Çawa ji mirinê ra dikenîyan.
Min pir dixwast te bizanîbûya,
Ma tu dibîhizî?
Wisa dest ber xwe da ber nedî
Wisa xemgîn, wisa reben…
Tu li ku dibî bibî,
Li hundir, li der, li waneyê, li rûniştekê,
Herî ser,
Tû ye, rûye celad,
Kêmfirsend, fesad û xayîna bikî…
Berxwe bidî bi pirtûka,
Bi dirana , bi neynûka,
Bi hêvîyê, bi evînê,
Bi xewna.
Berxwe bidî û min risva nekî.
Bibînî, çawa nû va têm afirandin,
Bi destên te yên cîwan û bi namûs.
Keçên min,
Lawên min heye di rojên pêş da,
Her yek perçeyek cîhanê ye
Kû jê naye gerandin.
Nûgula hesreta min a çend hezar salî,
Ji çavên te,
Ji çavên te radimîsim.
Hêvîyek min jî, ji te ye,
Ma tu fehm dikî?
Ahmed Arif
Benzer Başlıklar;
Dünyanın iklimi değişmedikçe , hiçbir kanun aklın adalet değirmeninde öğütülecek kadar; temiz, vicdani ve ahlaki değildir. Ozan Deniz Sarıtop