[Mihemed Ronahî] İki Kürt filozofa değindik; Zerdeşt ve Mani. Şimdi üçüncüsüne, Mazdek"e geçiyoruz.
İki Kürt filozofa değindik; Zerdeşt ve Mani. Şimdi üçüncüsüne, Mazdek’e geçiyoruz.
KÜRT FİLOZOFLAR 3 - MAZDEK
Mihemed RONAHÎ
Mezopotamya'nın ve Ortadoğu'nun düşünsel ve felsefi teşekkülünde iki
Kürt filozofa değindik; Zerdeşt ve Mani. Şimdi üçüncüsüne, Mazdek'e
geçiyoruz.
Her üç Medya'lı filozof dünyadaki felsefeye oldukça etki bırakmışlardır.
Sonrakiler, çoğunlukla onlardan etkilenmişlerdir. Zerdeşt ve Mani,
arkalarında yazılı eserler bıraktıkları için kolaylıkla felsefelerine ve
yaşamları hakkında da kesinlikli bilgilere ulaşabildik. Örneğin
Zerdeşt'in kitabı Avesta elimizdedir ve bu kitap Kürtler'in ata dili
olan Avestaca'dır. Zerdeşt bu dil ile felsefesini dile getirmiştir. Mani
de eski Kürtçe ile altı adet kitap kaleme almıştır (günümüz Kürtçesine
daha yakındır). Bu yüzden bu iki filozof hakkında kolaylıkla bilgilere
ulaşılabilmektedir. Ve fakat Mazdek'te böyle bir durum söz konusu
değildir. Yaşamı hakkında bir hayli kaynak sıkıntısı vardır ve mevcut
kaynakların da çoğu sadece felsefesinden bahsetmekte ve köken olarak da
İran'lı olduğunu iddia etmektedir. Gerçi sadece Mazdek için değil
Zerdeşt ve Mani için de aynı şeyi kabul eder kaynakların çoğu ama
aslında konu araştırıldığı zaman Kürt oldukları ortaya çıkabiliyor.
El-Biruni, Mazdek'i “Mazdek b. Hamededan” alarak tanıtır ve Mazdek'in
Hamedan'lı olduğunu ifade eder. Diğer pek çok farklı kaynakta da Mazdek
bu şekilde bilinir. Babasının adı Bandad'dır.
Mezopotamya tarihinde Mazdek'in etkisi bir hayli fazla olmuştur.
Düşüncelerinin etkisi hala da Kürtler arasında vardır ve sözgelimi Güney
Kürdistan'da bir aziz olarak bilinir.
Mazdek Kürtçe bir isimdir. Sözgelimi Kürtçe'de Tanrı isimleri Yezdan,
Êzdan, Ezdan, Xweda'dır. Bu kelimeler esasen köken itibariyle birdir ve
Mazdek de bunların bir türevi olarak görünüyor. Ez-da (Ez dame: Beni var
eden), Xwe-da (Kendimi var eden), Maz-da (Me da: Bizi var eden, veya
Tanrı'dan gelen-ez dame, em dane, dane me vs-) anlamlarını içerir.
Bildiğiniz gibi –ek ve –ik Kürtçe de küçültme ekleridir. Bir biçimde
"Küçük Tanrı" anlamını da verebiliyor. (Xweda Kürtçe'de “sahip”, “kendi
var eden”, “varlığı kendisinden” gibi anlamları da içerir. Za, Zi, Zin,
zin-da, Ma zi-dek gibi sıfatlar da Kürtçe'de tanrıya atfedilmiştir.
Zi-da, Me-zi-da….. İkisi de Kürtçe'de “tanrının” anlamına gelen Yézidi
ve Yéxwudî/Yahudi kelimeleri dikkat çekicidir. ç.n.)
Doğum tarihi tam olarak bilinmiyor ve kaynaklar farklı tarihleri
gösteriyorlar. Fakat V. Yüzyılda yaşadığını ve 499'da da öldürüldüğünü
biliyoruz.
Mazdek, Zerdeşt ve Mani'nin etkisinde kalmışsa dahi kendi düşüncelerinin
ve felsefesinin özgünlüğü de ortadadır, mevcuttur. Mazdek komünizmin
babasıdır. Komünist düşünce dünya tarihinde Mazdek ile başlamıştır.
Dünyada mal ve servetlerin paylaşımını ve de insanlar arası eşitliği
savunan ilk şahsiyet Mazdek'tir. Mazek'e göre su ve hava gibi,
servetlerin ve paranın da insanlar arasında paylaşılması lazımdır. Bu
düşünce sadece Mezopotamya'da değil, Ortadoğu'da ve bilindiği gibi
dünyada Thomas Moore, Karl Marks ve Babuef gibi düşünür ve filozoflar
tarafından savunulmuştur.
Yine Mazdek'e göre hiç kimsenin servetinin kimseden fazla olmaması
gerekmektedir. İnsanların varlığı ve serveti eşit olmalıdır. İnsanlar
üzerinde insanlar tarafından tahakküm, iktidar kurulmamalıdır.
İnsanların tamamı eşit ve ortaktırlar. Bu yüzden de zenginlerden alıp
fakire vermek gerekmektedir.
Mazdek bu düşüncelerinden ötürü bir hayli baskı ve eziyet gördü. Hem
tapınak topraklarını ellerinde bulunduran Zerdeşti din adamları, hem de
geniş toprak sahipleri Dikhanlar tarafından zındıklıkla itham edildi.
Çünkü onlar mal ve servetlerin sahipleriydiler ve Mazdek'in inançları bu
pozisyonları ile uyuşmuyordu. Eğer Mazdek'in dediği olsa idi bu din
adamları ve Dikhanlar'ın mal ve servetlerinin paylaştırılması
gerekecekti.
Mazdek inancında iki temel başlangıç ilkesi vardır: Aydınlık ve
karanlık. Aydınlık bilgeliktir, özgürlük duygusunu ve istemini sağlar.
Bunlar aydınlık ile elde edilir. Karanlık da cehalet ve körlüktür.
Mazdekizm'de üç töz vardır: Su, ateş ve toprak. Aydınlığı ve aydınlıktan
sadır olanları tanrı yaratır. Karanlık ve karanlıktan kaynaklı şeyleri
de şeytan yaratır. Aydınlık tanrısı göğün en yüksek tabakasında,
tahtında oturmuş ve önünde dört güç vardır: 1- Yargılama 2- Anlama 3-
Gizleme 4- Coşku. Bu dört gücünü dört kişiye bahşetmiştir: 1 - Mobad
(Baş yargılayıcı) 2- Herbad (Anlamaya yol baş faktör)) 3- Serpahhad
(Başkumandan) 4- Ramişgar (Keyif ve coşkunun ustası)
Bu dört güç, denetimlerindeki diğer yedi güçle –onların da ellerinde 12 güç var- evrensel işleyişi sağlarlar.
Mazdek, toplumsal görüşleri sayesinde geniş kitleler tarafından kabul
edildi. Sasani şahı 1. Kawa, Mazdek'in düşüncelerine başlangıçta sahip
çıktı ve onları kabullendi. Mazdekizm; Kürdistan, İran, Azerbaycan,
Taberistan ve İç Anadolu'nun çoğuna yayılacak kadar büyüdü. Kawa'nın da
gücünü aştı ve Mazdekçiler 469'da onu tahttan indirip zindana attılar.
Kawa bir biçimde zindandan kaçar, Akhunlar'a sığınır. 499'da Akhunlar 30
bin kişilik bir ordu ile Mazdek'e saldırır, inananlarını yener, çoğunu
öldürür ve Mazdek'i de hapsa atarlar.
Mazdek, ölümünden sonra daha da güçlü etkiler yarattı. Karısı Hurrem
tarafından görüş ve düşünceleri yayılmaya devam etti ve böylece Hurrem
sayesinde daha da geniş bir yaygınlığa kavuştu. Hatta ölümünden sonra
Mazdekizm'in "Hurremiye" olarak anıldığı da oldu. İslamlaşma döneminde
Hurremiye ortadoğuda güçlü etkiler yarattı. Örneğin Medinanlı Babek
bunlardan biri idi ve Abbasiler döneminde yirmi yıl süren isyanlar
başlattı ve Abbasiler'in başına bela oldu.
Özetlemek gerekirse İslam öncesi Medyalı filozoflardan biri de
Mazdek'tir. Üç Medyalı filozofun üçüncüsüdür. Şimdi bilinmiyorsa dahi
dünyanın düşünsel şekillenişinde Mani ve Zerdeşt gibi önemli bir yer
edinmiştir. Söz konusu zaman dilimi içerisinde fikir ve düşünceleri ile
Medyalı Mazdek, komünizmin kurucusu olarak tanınmıştır.
Çeviri: Adnan FIRAT
________________________________________________
FİLOZOFÊN KURD 3 - MAZDEK
Mihemed RONAHÎ
Di teşedana raman û felsefeya mezopotamyayê û rojhilata navîn de em li
ser du fîlozofên Kurd sekinîn yê yekemîn Zerdeşt bû, yê duyemîn jî Manî
bû. Niha em dê li ser fîlozofê sêyemîn Mazdek rawestin.
Her sê fîlozofên medyayî li ser ramana cîhanê gelek bandordar bûne.
Fîlozofên dû wan bi pirranî bandor ji wan girtine. Ji ber Zerdeşt û Manî
li dû xwe berhemên nivîskî hiştibûn me bi hêsanî behsa felsefeya wan
kir û di derbarê jiyana wan de jî agahiyên misoger em dikarin bidin dest
xwendekarên xwe. Lewra serqisê kitêba Zerdeşt avesta heye û di wê
kitêbê de zimanê Zerdeşt zimanê kalikên Kurdan avestayî ye. Zerdeşt bi
wî ziManî felsefeya xwe haniye ziman. Manî jî dîsa bi zimanê Kurdî yê
kevnar şeş kitêb nivîsîne (zimanê Manî bêtir nêzî Kurdiya nûjen e). Ji
ber vê yekê meriv di di derbarê her du fîlozofan de dikare bi hêsanî
bibe xwedîzanîn. Lê Mazdek ne wisa ye. Di warê jiyana wî de çavkanî
gelek kêm in. Çavkaniyên ku hene jî behsa felsefeya wî dikin û ji bo
nijada wî jî dibêjin îraniye. Jixwe ne ji bo wî tenê ji bo Zerdeşt û
Manî jî wisa dibêjin pirraniya çavkaniyan. Lê dema hûn lêbikolin hûn dê
bibînin ku her sê jî Kurd in. Niha em ê di vê nivîsê de qasî ku me
lêkolaye û xwe gihandiyê, ji we re jiyan û felsefeya Mazdek bi kurtasî
binivîsin.
El Bîrûnî navê Mazdek weka “mazdak bin hemedadan” dide. Û dibêje ji nasa
ya hemedanê ye. Di gelek çavkaniyên din de jî Mazdek wisa tê danasîn.
Navê bavê wî bandad e. Di dîroka Mezopotamyayê de bandora Mazdek gelek
mezin e. Bandora ramana wî hê jî di nava Kurdan de heye. Wekmînak Mazdek
hê jî li Kurdistana başûr di nava êla xoşnavan de weka ezîzekî tê
zanîn. Mazdek navekî Kurdiye. Serqisê di Kurdiyê de navê xwedê yezdan,
êzdan, ezdan, xweda ye. Dema hûn li rehên van peyvan binêrin hûn di
bibînin ku ev peyv ji van peyvan pêktê:ez-da ango wî ez dame, xwe-da
ango wî min bixwe daye, maz-da ango em dane, ango ezdan jî xwedan jî tê
wê wateyê ku wî ez dame an em dane. -ek û -ik jî weka ku hûn dizanin di
Kurdiyê de qertafa biçûk kirinê ye. Ango Mazdek tê wateya xwedayê biçûk.
Dîroka ji dayîkbûna wî baş nayê zanîn di vê mijarê de her çavkaniyek
dîrokekê dide. Lê di sedsala pêncan de jiyaye û di çar sed u nod u nehan
de hatiye kuştin.
Mazdek di avakirina felsefeya xwe de her çiqas bandor ji Zerdeşt û Manî
girtibe jî wî felsefeya xwe di qadeke cûda de pêkhaniye. Niha em derbasî
felsefeya wî bibin. Mazdek bavê ramana komînîzimê ye. Di cîhanê de
yekem car ramana komînîzimê bi Mazdek destpê kiriye. Di dîrokê de
wekheviya mirovan û hevpariya mal û milk yekem car ji alî Mazdek ve
hatiye parastin. Li gorî Mazdek weka avê, axê û hewayê divê mal û milk,
dirav jî hevpar biya di nava mirovan de. Vê ramana Mazdek ne tenê li
mezopotamyayê û li rojhilata navîn di heman demê de li cîhanê jî di nava
gelek fîlozof û ramangêran de hate parastin. Wekmînak Thomas Moore,
Karl Marx û Babuef jî dû re heman raman parastine. Dîsa li gorî Mazdek
divê malê kesî ji kesî ne zêtir be. Divê malê her kesî hebûna her kesî
weka hev be. Divê desthilatdariya mirovan li ser mirovan tunebe. Tev
wekhev û hevpar bin. Ji bo vê yekê jî divê meriv ji dewelemendan bigire û
li hejaran belav bike.
Mazdek ji ber van ramanen xwe gelek zext û astengî dît. Him ji alî
keşîşên Zerdeştiyên ku bikarhanîna perestgeh û axên perestgehan di dest
wan de ne, him jî ji ali xwediyê axên fireh dikhan'an ve bi nave
zindîqiyê hate binavkirin. Lewra di wê civakê de ew xwedî mal û milk bûn
û bawerî û felsefeya Mazdek jî li hember rewşa wan bû Lewra heke bi
gotina Mazdek biya diviyabu dikhan û keşîşan mal û milken xwe li hejaran
belav bikirana.
Di baweriya Mazdek de du rêgezên destpêke hene. Ronahî û tarîtî. Ronahî
zanayiyê, hestê û vîna azad dide pênasîn. Bi gotineke din van têgehana
bi ronahiyê tên destxistin. Tarîtî jî nezanî û korahî ye an jî afirînerê
nezanî û korahiyê ye. Di Mazdekîzimê de sê hêmanên bingehîn hene. Av,
agir û ax. Ronahiyê û yén ku ji ronahiyê pêk tên xweda diafirîne.
Tarîtiyê û yên ku ji tarîtyê pêktên jî şeytan diafirîne. Xwedayê
ronahiyê li cîhana herÎ jorîn li ser textê xwe rûniştiye û li pêş wî jî
çar hêz hene. 1- Darizandin 2- Fehmkirin 3- Veşartin 4- Coş (şahî) van
her çar hêzên xwe jî daye çar kesan 1- Mobad (darêzgerê sereke) 2-
Herbad (rê dide ber fehmkirinê) 3- Serpahhad (serfermandar) 4- Ramîşgar
(hosteyê kêf û coşê)
Xwediyê van her çar hêzan,bi heft wezîrên nava xêzika (ku dwanzdeh hêzên giyanî wan digerine) kargeriya cihanê dikin.
Mazdek bi tayibetî bi arava ramanên xwe yên civakî xwe bi komên mezin
daye pejirandin. Şahê sasaniyan Kawayê I. jî di pêşiyê de li Mazdek
xwedî derket u fikrên wî pejirand. Lê Mazdek bi fikrû ramanên xwe edî
hingî mezin bûbû ku bawermendên wî hema bêjin li piraniya Kurdistan,
Îran, Ezerbeycan, Teberistan û Anatolyayê çê bûbûn. Mazdek êdi ji Kawa
jî mezintir bûbû bi hêa xwe. Di 469'an de Mazdekiyan Kawa ji text
daxistin û xistin zindanê. Kawa bi awayekî ji zindanê revî û xwe avêt
paş Heftalîtan (akhunlar). Di 499'an de Heftalîtî bi sîh hezar leşkeran
çûn ser Mazdek û alîgirên wî. Mazdek hate girtin ew û alîgirê xwe hatin
kuştin.
Mazdek li dû mirina xwe bandoreke mezintir afirand. Li dû mirina wî
raman û felsefeya wî ji alî jina wî Xurrem ve hate belavkirin di nava
gel de. Bi arava Xurremê fikrên Mazdek ji nû ve belav bûn. Li dû mirina
Xurremê navê Mazdekîzmê weka Xurremiye hat binavkirin. Baweriya
Xurremiyeyê di dema îslamê de bandoreke mezin li ser rojhilata navîn
kir. Wekmînak Babekê medînanî ji vana yek e. Babek bi ramanên
Mazdekî-Xurremî qasî bîst salan bû bela serê Ebbasiyan.
Kurta qisê ji fîlofên medyayî yên beriya îslamê yek jî Mazdek bû. Mazdek
ji sê fîlozofên mediyayî yê sêyemîn bû. Her çiqas niha neyê zanîn jî,
Mazdek jî herî kêm weka Zerdeşt û Maniyê Medyayî di teşedena ramana
cîhanê de roleke gelek girîng lîstiye. Bi fikr û ramanên xwe yên wê demê
weka avakarê komînîzima kevnar hatiye naskirin Mazdekê
Medyayî.(haberdiyarbakır)